Hikûmeta Herêma Kurdistanê
MON, 19 FEB 2018 03:14 Erbil, GMT +3

Nûçeyen din




Naveroka preskonferensa Serokwezîr piştî bidawîhatina konferensa Asayîşê li Munchen

2/18/2018 11:14:33 PM

Konferensa Munchen û konferensa Davos derfetek bo ku Herêma Kurdistanê ji bin ambargoya siyasî derbiçe, tişta me dilxweş dike ewe ku li ser asta navdewletî û herêmî, Herêma Kurdistanê ji rewşa îzolekirinê ya piştî referendûmê derket û hemû welat, her weke berê, dixwazin têkeliyên berdewam digel Herêma Kurdistanê hebin. Bi baweriya me, ji bo Herêma Kurdistanê weke statuyek siyasî di nav Îraqê de, ev yek destkeftiyek gelek gelek giring bû


Barzanî û de Mistura li Munchen civiyan û rewşa Suriyê nirxand

2/18/2018 10:07:17 PM

Her du alî li ser wê yekê hevbîr bûn ku divê hemû pirsên herêmî bi giştî û pirsa Suriyê bi taybetî, bi aşitî bên çareser kirin û mafê hemû gelên Suriyê û gelê kurd jî, weke pêkhateyeke serekî ya wî welatî, bên dabîn kirin


Barzanî û Zerîf pêşxistina têkeliyên Kurdistan û Îranê gotûbêj dikin

2/18/2018 9:46:48 PM

Seredana Serowkezîr Nêçîrvan Barzanî ji bo Taranê, dîdar û civînên bi berpirsên Komara Îslamiya Îranê re  û encamên wê seredanê, diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê, di civînê de, hatin gotûbêj kirin û di vê çarçoveyê de, her du aliyan tekîd li ser çareserkirina hemû pirsgirêkên navbera Hewelêr û Bexdayê li ser bingeha destûra Îraqê, kir


Serokwezîrê Kurdistanê û Wezîrê Berevaniya Swêdê qonaxa piştî DAÎŞê gotûbêj dikin

2/18/2018 4:12:06 AM

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sipasiya Hikûmeta Swêdê kir ku di warê serbazî û mirovî de alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye û jê re behsa pêşhatên dawiyê yên diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina hemû pirsan li ser bingeha destûra Îraqê kir


Herêma Kurdistanê û Herêma Bavaria li Munchen têkeliyên xwe dinirxînin

2/18/2018 3:51:36 AM

Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û alîkariyên di warê serbazî û mirovî de pêşkeşî Herêma Kurdistanê kirine kir û behsa rewşa êkonomî û berhemanînê kir û got ku li qonaxa piştî nemana DAÎŞê, Herêma Kurdistanê ji bo kar, berhemanîn û sermaye razandinê vekiriye û kompaniya yên  Almanyayê dikarin kar û pirojeyan û sermayegozariyê li Herêma Kurdistanê encam bidin


Nêçîrvan Barzanî û Joe Biden diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê dinirxînin

2/18/2018 3:27:42 AM

Nêçîrvan Barzanî careka din li ser navê gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê sipasiya rol û dostîniya Joe Biden û dostên din yên gelê Kurdistanê li Amarîkayê kir û jê re behsa qonxa piştî DAÎŞê, pêşhatên dawiyê yên diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê kir û hêvî xwest diyalog bigihe encamên erênî û hemû pirs li gor destûr çareser bibin


Partiya SPD ya Almanyayê rol û mêrxasiya Pêşmerge li şerê dijî DAÎŞê bilind dinrixîne

2/18/2018 3:11:52 AM

Şandeya SPD dilxweşiya xwe li hember hevkarî û hevahengiya navebra Pêşmerge û hêzên Alamnyayê li Herêma Kurdiatanê nîşan da û rol û mêrxasiya Pêşmergeyê Kurdistanê li şerê dijî DAÎŞê bilind nirxand


Kurdistan û Kuwêt têkeliyên xwe di hemû waran de berfirehtir dikin

2/18/2018 2:50:21 AM

Nêçîrvan Barzanî behsa têkeliyên Herêma Kurdistan û Kuwêtê kir û rola Konsulxaneya Kuwêtê li Hewlêrê beilind nirxand û got ku Herêma Kurdistanê dixwaze têkeliyên xwe di hemû waran de digel Kuwêtê berfireh bike û derfetên kar ji bo berhemanînê di warên çandinî, tûrîzm, pîşesazî ji bo kompaniyên kuwêtî biafirîne


Barzanî û Ebadî diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê li Munchen gotûbêj dikin

2/18/2018 2:28:22 AM

Ebadî diyar kir ku  bi destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê kêxweş e û hêvî xwest ku li ser pirsa mûçe, balefirxaneyan, deriyên ser tixûban, bendavan û pirsên din bigihin encamên baş. Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî tekîd kir ku Herêma Kurdistanê bi diyaloga avaker û cihê baweriyê û bi cih anîna destûr ji bo berjewendiyan hemû aliyan, pabend e


Nêçîrvan Barzanî tevî şandeyeka Parlemantoya Almanyayê civiya

2/17/2018 9:54:01 AM

Şandeya Parlemantoya Almanyayê pirsyar derbarê rewşa Herêma Kurdistanê, hilbijartinên Îraqê û Herêma Kurdistanê û têkilî yên navbera Hewlêr û Bexdayê û rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê kir



previous 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10  ... next