Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SUN, 22 OCT 2017 10:57 Erbil, GMT +3

Serok Barzanî û serokomar Ebdula Gul civiyan

SUN, 6 JUN 2010 20:44 | KRG Cabinet

Di berdewamiya serdana serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo Tirkiyeyê de, îro serokkomarê Tirkiyeyê Ebdullah Gul li koşka Huber li Istenbulê pêşwazî li serrokê herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtineke de serokkomarê Tirkiyeyê keyfxweşiya xwe ya li hember serdana serokê Kurdistanê ya ji bo Tirkiyeyê girîng wesif kir û daxwaz ji serokê Kurdistanê kir ku, serdanên bi vê rengî hertim berdewam bin.

Di berdewamiya hevdîtinê de peyvendiyên heyî yên di navbera Îraq, Tirkiye û Kurdistanê û Tirkiyeyê de hatin nîqaşkirin û her dû alî nêrînên xwe li ser çaweniya bihêzkirin û berfirekirina peyvendiyên berçav kirin.

Di beşeke din ya hevdîtina navbera serokomar Gul û serok Barzanî de, her dû alîyan diyar kirin ku, ev serdan dê bandoreke gelek baş li ser peyvendiyên siyasî û bazirganî yên di navbera her dû welatan de bike.