Hikûmeta Herêma Kurdistanê
WED, 19 JUN 2019 04:24 Erbil, GMT +3

Serokê Herêma Kurdistanê û Serok Wezîrê Tirkiye civiyan

THU, 19 APR 2012 22:08 | KRG Cabinet

Piştî nîvroya îro pênçşem 19/04/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel, li nivîsîngeha taybetiya xwe ya Stenbolê ji aliyê birêz Receb Tayyib Erdogan Serok Wezîrê Komara Tirkiyê ve hatin pêşwazî kirin.

Paşê li hevdîtina ku nêzîkî du demjimêr domkir, çendîn mijarên pêwîst bi pêvajoya niha ya Iraqê bi giştî hate nirxandin û di derbarê wan kêşeyan jî danustandina bîr û ramanan kirin ku li ber pêvajoya siyasiya Iraqê bûne asteng. Ji aliyekî din ve bi dûr û dirêjî pêwendiyên di navbera Kurdistan û Komara Tirkiye li ser astên aborî û bazirganî û kultûrî hate nirxandin. Di derbarê vê pirsê jî her du alî biryar dan ku pêwendiyan zêdetir berfireh bikin û ast û warên din jî li xwe bigrin.

Mijareke dinê hevdîtina di navbera Serok Barzanî û Serok Wezîrê Tirkiyê pêwîst bu bi pêvajoya aloziya Sûriye. Li vî warî de jî helwesta gelê Kurd li Sûriye û rewşa rikeberên Sûriye û doxa welatê Sûriye bi giştî guftûgo kirin. Li beramber vê pirsê da Serok Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku pêwîste gelê Kurd li Sûriye bigihe mafên xwe û ew mafên wan jî bête naskirin. Paşê di derbarê hevpeymaniya rikeberên Sûriye û Encumena Nîştîmaniya Kurd li Sûriye danustandina bîr û ramanan kirin.

Li beşekî dinê hevdîtinê de, behsa serdana fermiya Serokê Herêma Kurdistanê ya Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka û çendîn welatên Ewrupî û encama van serdanan kirin.

Li dawiya civînê de, her du alî biryarê dan ku ev civîn û pêwendiya di navbera her du aliyan berdewam bibin.

Hêjayî gotinêye birêz Beşîr Atalay Cîgirê Serok Wezîr û Fereydun Sinirlioglu Cîgirê Wezîrê Derveyê Tirkiye û birêz Mesrûr Barzanî Serokê Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê amadeyê vê civînê bûn.