Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 16 FEB 2019 16:26 Erbil, GMT +3

Mistefa pêşwazî li hijmareke xwendekarên zanîngehên Almaniyayê kir

SUN, 9 MAR 2014 14:49 | KRG Cabinet

Li bajrê Hewlêrê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li hijmareke xwendekarên zanîngehên cudayên Almaniyayê kir û di civînekê de pirosesa siyasiya herêma Kurdistan, Îraq û hermî hatin behis kirin.

Di civînê de ku, Suham Cebelî alîkara berpirsê têkeliyên derve, Hesen Elaedîn sekreterê Yekêtiya Quitabiyên Kurdistanê  amade bûn berprisê têkeliyên derve 8ê adarê li beşdarbûyan pîroz kir û hêvî kir ku, pirsa wekheviyê û dadperweriyê li cîhanê de hertim bê piştevanî kirin.

Berprisê têkeliyên derve ji xwendekarên zanîngehên Almaniyayê re behsa dîroka gelê Kurdistanê kir û got ku, kurd mezintirîn neteweya deverê ye ku, heta nuha bê dewlet maye û bêy îradeya gelê Kurdistanê kurd bi ser çend welatan de hatiye dabeş kirin. Gelê Kurdistanê gelek êş û azar dîtine û ji aliyê dijminan ve gelek karesat û malwêranî bi ser Kurdistanê de hatine. Gelê Kurdistanê di nava berxwedaneke berdewam de bû û karî xwe ji nemanê biparêze û gelek zîndî bimîne. Rêjimên berê gelê kurd bi hevwelatiyên derce du hisab dikir û bi çekên wêrankar, bi kîmiyayê Kurdistan bomebaran û enfal dikir.

Mistefa behsa bizava rizgarîxwaza gelê Kurdistanê û şoreşa Îlonê a sala 1961ê kir û got:

- Gelê Kurdistanê bê cudahî, ji hemû parçeyên Kurdistanê beşdarî di şoreşa Îlona sala 1961ê de kir. Kurdan bi vê beşdariya xwe di şoreşê de ji tev aliyan re selamnd ku, tixûbên navbera parçeyên Kurdistanê tixûbên dirustkirîne û gelê kurd wan tixûban nas nake. Ji bona bidestveanîna mafên xwe, gelê kurd heta serhildana sala 1991ê di nav şerekî dijwar de bû, lê pêşmergeyê Kurdistanê tu carî dest bo karên terorîstî nebir û xwe ji kiryarên terorîstî dûr xist.

- Eger Behara Erebî li sala 2011ê dest pê kiribe, Behara kurdan sala 1991ê dest pê kir û kurd li dijî diktatoiyê serî hilda û herêma Kurdistanê rizgar kir. Pişt re parlamentoya Kurdistanê hat hilbijartin û hikûmeta herêma Kurdistanê hat avakirin. Hîngê li piraniya welatên Kendavê jinê mafê dengdanê nebû, lê li herêma Kurdistanê jinê dengêxwe da û xwe ji bo endametiya parlamentiyê kandîdad kir. Di yekemîn parlamentoya Kurdistanê de 7 jin endam bûn û çend wezîrên jin jî di hikûmetê de hebûn. Sala 1992ê parlamentoya Kurdistanê biryara federalîzmnê derxist ku, herêma Kurdistanê bi xwesteka xwe weke herêmeke federal digel Îraqê dimîne. Ji bo me kurdan federalîzn ango; beşdarîkirin di desthilat û dahatiniyê de, beşdarîkirin di navenda biryardanê de, lê Bexda vê yekê qebûl nake, meaşê karmendên herêma Kurdistanê qut dike û nakokiyan kûrtir dike.

Mistefa behsa aramiya herêma Kurdistanê kir û got ku, tevî alozî û têkçûna rewşa Îraqê û herêmî, lê herêma Kurdistanê karî aramî û îstîqrara xwe biparêze û bi warên cuda de destkeftiyên mezin bidest bixe. Ji ber vê yekê bi hezaran malbatên ereb, şîye û Sune û bi hezaran mesîhiyên naveras û başûrê Îraqê ji tirsa şidet û terorê ber bi herêma Kurdistanê hatine.

Berprisê têkeliyên derve ji xwendekarên zanîngehên cuda yên Almaniyayê re behsa têkeliyên herêma Kurdistanê bi cîhana derve kir û got ku, îro li herêma Kurdistanê 31 nûneratiyên welatên biyanî hene ku, di nav wan de çend welatên endamên dayîm li Konseya Ewlehiya Navdelwtî û hijmareke welatên erebî û cîran hene.

Li dor rewşa Suriyê jî, Mistefa got ku, herêma Kurdistanê bi wê yekê re ye ku, kirîza Suriyê bi awayekî siyasî bê çareser kirin û pêwîste civaka navdewletî alîkariya herêma Kurdistanê bike ku, nêzîkî 250 hezar penaberên surî li herêma Kurdistanê hene.