Hikûmeta Herêma Kurdistanê
WED, 22 FEB 2017 09:38 Erbil, GMT +3

Barzanî û Yildirim pêdagiriyê li ser bihêztirkirina têkiliyên navbera Hewlêr û Enqereyê dikin

SUN, 8 JAN 2017 19:31 | KRG Cabinet

Roja Yekşem 2016-1-8 Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim û şandeka pê re kir ku ji hijmarek  wezîran û berpirsên bilindên Komara Tirkiyê pêk hatibû.

Di civînekê de ku Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr û hijmarek wezîr û berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê berhev bibûn, şanda mêvan bi xuya kirina kêfxweşiya xwe ji bo serdan kirina Îraq û Herêma Kurdistanê, pêdagirî li ser berdewam bûna şîret û civînên navbera Komara Turkiye û Îraqa Federal bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî kir.

Her wiha behsa wan pirsan jî kir ku ji bo her dû aliyan giring in, wek şerê dijî terorê û terorîstên DAIŞê û parastina asayişa her dû aliyan û dîtina xwe jî derbarê dawîn pêşhatên operasiyona rizgar kirina Musilê ji terorîstên DAIŞê xiste berçav û dilgirnaya xwe jî derbarê hebûna hêzeka PKK li devera Şingalê nîşan da.

Derbarê têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiye jî, her dû aliyan pêdagirî li ser vê yekê kirin pêwîst e li hemû waran bihê berfireh kirin û astengên pêşberî vê pirosyê jî bihên ladan.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tevî bi xêr hatin kirina Serokwezîrê Tirkiyê û şandeya pê re, xuya kir ev serdane li demaka baş daye, bi taybetî serdana Bexda û Hewlêrê kir. Spasiya Tirkiyê jî kir ku rol hebûye ji bo yarmetî dana Herêma Kurdistanê li warên mirovî û çareser kirina pêşmegehên birîndar.

Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest têkiliyên navbera her dû aliyan berfirehtir bibin û Herêma Kurdistanê sûdê ji Pisporî û şrezayî ya Tirkiyê ji bo reformên sektora tendirûstî werbigire ku dest bi refomên tenduçirûstiyê kirye û Hikûmata Herêma Kuedistanê ji  dest bi  hijmarek reforman kiriye.

Her dûa aliyan li dawiyê jî bal kişndine ser bihêz kirina têkilyiên navbera her dû aliyan li warên perwerde û xwendinê û Hikûmta Herêma Kurdistanê dikare sûdê jê sîstema perwerde  û xwendina bilina Tirkiyê werbigire û ev komîte jî bihê çeleng kirin kirin ku ji bo pêş xistan têkiliyên navbera her dû aliyan li hemû waran pêk hatibû. Her wiha  pêdagirî li ser berfireh kirin û alîkarî yên sektora enerjiyê kirin.