Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 24 NOV 2017 12:21 Erbil, GMT +3

Xebatên ji bona parastina yekrêziya navala Kurdistanê

THU, 2 NOV 2017 01:16 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi serokatiya şandeyekê, roja çarşemê 01.11.2017ê li bajarê Hewlêrê, serdana baregayê Komeleya Îslamiya Kurdistanê kir û ji aliyê emîrê Komeleya Îslamî û berpirsên wê partiye ve hat pêşwazî kirin.

Di civînekê de rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê bi giştî û bûyerên vê dawiyê qewimîn û çewaniya rûbirûbûna pêşhateyan û çareserkirina pirsgirêkan gotûbêj kirin.  Her du aliyan tekîd li ser yekrêziya navmala Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalog û dirustkirina baştirîn têkeliyan digel welatên cîran li ser bingeha berjewendiyên hebveş kir.

Di civîna serokwezîr û emîrê Komeleya Îslamî de çend mijarên peywendîdar bi pirsên Herêma Kurdistanê ve û rewşa hevwelatiyan û peyrekirina siyaseteke saxlem ji bona birêvebirina Herêma Kurdistanê hatin gotûbêj kiirn.