Hikûmeta Herêma Kurdistanê
MON, 18 DEC 2017 09:51 Erbil, GMT +3

Peyva serokwezîr di merasima kampaniyaya berhingarbûna şideta li dijî jinan

TUE, 28 NOV 2017 14:28 | KRG Cabinet

Mêvanên birêz, amadebûyên birêz

Roj baş

Bixêr bên bo merasima ragehandina kampaniyaya niştimanî ya îsal ji bo binbirkirina şideta li dijî jinan li Herêma Kurdistanî
Îsala dehemîn sal e em li Herêma Kurdistanê kampaniyaya niştimanîya berhingarbûna şidetê û dabînkirina wekhevî û dadperweriya civakî radigehînin. Tevî bûyerên dijwarên vê dawiyê, tevî rewşa dijwara Herêma Kurdistanê, îsal jî weke salên berê, li kêleke hikûmet û rêxistinên civaka medenî li sertaserî cîhanê, em îradeya xwe ya siyasî ya ji bona dabînkirina aşitî û aramiya li Herêma Kurdistanê tekîd dikin û bi armanca nehêlana şideta nav xêzan û civakê li ser asta niştimanî û timama deverê kar û çalakiyên xwe şirtir dikin
Îsal, ez bi pêwîstî dizanim, tekîdê li ser îradeya desthilata siyasîya Kurdistan û xelkê Kurdistanê ya ji  bo azadî, wekhevî, aşitî û aramiyê bikim.

Herêma Kurdistanê, îsal, di rewşeke dijwar û aloz de derbas dibe. Bûyerên van çend mehên borî jî bi kiryar îspat dikin ku gelê Kurdistanê, gelekî aşitîxwaz e, gelekî vekirî û bexişindeye û hertim bergiriyê li xwe dike, lê belê ji bona çareserkirin û dabînkirina mafên xwe yên esasî yên siyasî, medenî û mirovî, qed şidetê bikar naîne, lê dixwaze bi metodên demokrasî û bi awayên aştiyane bigehe wan mafên xebat jê re kiriye.

Li hemû cîhanê her dema rewşa siyasî û aborî  şêlû dibe, jin baceke mezin didin, ew ne bi tenê dibin qurbaniya şer û êrîşan, lê ew mafên rewayên ew kar jê re dikin,  tên bin pê kirin û kar û çalakiyên wan sist dibin û pirosesa wekhevî û edaletê paşdikeve.
Birêzan
Li vir, bi hevkariya tev jinên Kurdistanê careke din tekîd dikim ku em rê nadin mafên jinan paşde biçin, em rê nadin careke din ew bibin qurbaniyên sereke yên şer û pevçûnan.  Em soz dinin ku ew pêşkeftinên di nava 25 salalan de me bi destxistine, berdewam dibin û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, weke hertim, ji nêzîk hevkariya we dibe.

Di nava 25 salên borî de li ser pirsa jinan û siyaseta civakî li Herêma Kurdistanê me karên cidî kirine, çunkî me bawerî bi wê yekê heye ku dabînkkirina emniyet, wekhevî û dadperwerî dibe bingeha sereke ji bo  karkirina me û baştirîn derîne ber bi jiyaneke aram û kurdistaneke azad ji bo tevaya welatiyên li Herêma Kurdisdtanê dijîn. Di vê çarçoveyê de, bi şêwirîn û gudarîkirina pispor û çalakvan û parêzerên wekhevîyê û mafê mirovî, me ji bo reformên yasayan kar kiriye û siyaset û stratejiya xwe dariştiye.

Di warê yasayan de, ji salên 90î heta niha hijmareke madeyên her du yasayên îraqî û yasaya barê kesatî me guhertine. Parlamentoya Kurdistanê jî bi şêwrîn û guhdarîkirina parlamenterên jin ji hemû partî û aliyan, çend yasayên modern û şaristanî derxistine.

Ez dê gelek bi kurtî behsa wan reform û yasayan bikim; ji sala 2001ê ve li Herêma Kurdistanê kuştina jinê bi her hêcetekê be bila bibe weke hemû kuştineke din miamile pê re tê kirin, ne li gor madeyên 377 û madeyên 128, 130,131û 132 ji yasaya cezayên îraqî ku tawanbarê bikuştina jinê bi hukmeke sivik tê ceza kirin.  Firejinî li Herêma Kurdistanê li gor qanûn û hijmareke şertên giran heta radeyekê hatiye tuxûbdar kirin. Temen/jiyê zewaca keçê ji bo 18-saliyê hatiye bilind kirin daku keç bikaribin xwe û xandina xwe geş û pêş bixin.

Yasaya jimare 8 ya berhingarbûna şideta nav xêzanê a sala 2011ê gaveke din bû ber bi dabîmnkirina wekhevî û dadperweriya civakî. Herwesa beriya wê yasayê jî, parlamentoya Kurdistanê yasaya jimare 6 a sala 2008ê ku taybete bi bikaranîna amêrên peywnedîkirin, mobil û internetê ye derxist. Ev qanûn pêngaveke modern bû ji bo parastina jinan ji gef û şerpêfirotinê û hewlên kesên bedkar bi rêya teknolojiya mdern bi rêya mobil û internetê ji bo navzirandina û rûmetbirina jinan ku gelek caran, mixabin, dibû sedema şidet, îsolerkirin û heta digeha kuştinê.
Di warê siyasî û startejîk jî de, karên me îspat dikin ku em her ji destpêkê bi kiryar û bi awayekî sîstematîk li ser pirsên giringên civakê me kar kiriye.

Damezrandina rêvebiriyên berhingarbûna şidetê û damezradnina  çend senterên parastina jinên geflêkirî û damezrandina Encumena balaya karûbarên xaniman û borda şopandina mafên jinan, gavên piraktîkî yên herêma Kurdistanê bûn ji bo bisazîkirina pirsa jinan, bi armanca binbirkirina şideta dijî jinan û çakirina rewşa civakî.

Bi şopandina stratejîk û karên me, ez kêfxweş bûm ku min dît van saziyan rojane karên pêdvî û giring encam dane ji bo gehiştin bi armancên me.  Ew rewşa ku, piştî hatina DAÎŞê û pevçûn û êrîşên vê dawiyê yên Îraqê, hatiye hole, rê neda di warê bicîkirinê de karên me di asta hêviyên me  de bin.

Tevî çêkirina asteneg û keleman li pêşiya desthilata bicîkirinê, êrîşên vê dawiyê bo ser welatiyan li Herêma Kurdistanê, kirîza Suriye û Îraqê, problemên din yên însanî yên mezin ji bo Herêma Kurdistanê dirust kirin ku ew jî problema koçber û penaberan e.
Tevî rewşa dijwara Herêma Kurdistanê, me her ji destpêkê bi singekî berfireh pêşwazî li koçber û penaberan kir û di nava çar salên borî de dumilyon koçber û penaber li herêma Kurdistanê hatine hewandin. Piştî êrîşên hêzên îraqî bo ser Kerkûk, Dozfurmatû û deverên din, zêdetir ji 160 hezar kesên din koçberbûn û raporên civaka medenî jî ji me re dibêjin ku jin û keç rastî şidetê hatine.
Em van rapor û dosyeyan dişopînin û daxwazê ji civaka navdewletî dikin ji bo cezakirina tawanbaran hevkariya me bikin û ew jin bên tezmînat kirin û hevkariya koçberan bikin ku bikaribin bo ser mal û milkê xwe vegerin.
Alozî û têkeliyên navxweyî jî bandoreke nerênî hebûye û em soz didin ku hertim aşitî û asayîşa Kurdistanê biparêzin û ji bo yekgirtinê û yekrêziyê kar bikin.

Bi baweriya me di warê berhingarbûna şidetê de, divê hemû cudahiyên partîtî û siyasî bidin aliyekî û bi bawerî û îradeyeke bihêz bi hev re kar bikin, çunkî ev pirs ne bi tenê pirsa jinan e, lê pirsa hemû civakê ye û asayîşa Kurdistanê bi aşitî û asayîşa deronî, navmal û xêzanê ve girêdayî ye. Ji her tiştî giringtir, karkirina li ser vê pirsa hesas, divê em bawerî û qenaeta xwe ya şexsî bidin aliyekî û bername û karê hikûmetê weke wezîfe bi cî bikin.

Kampaniyaya îsal hevdeme digel kampaniyaya cîhanî ji aliyê jinan ve ji bo berhingarbûna destdirjiyên seksî li cîyê kar ji aliyê mêrên xwedîkar û desthilardar ve. Dosyeya Waînştayîn  germî û hêzeke mezin bi jinan li sertaserî cîhanê da  ku bazineyê bêdengiyê bişkînin û needaletî û destdirêjyan şermezar bikin.

Jinên Kurdistanê demeke ew gav avêtiye û bi awayekî piraktîkî rûbirûyê hemû curên şideta cênderî/gender bûne. Wê kampaniyaya cîhanî ya vê dawiyê ya jinan, hêzeke din bi me bexşî û li vir daxwazê ji polis û desthilta dadweriyê dikim ku derdeserî û gilî û gazindeyên jinan li ber çavan bigirin û guhdariya wan bikin  û bidabînkirina dadweriyê azar û xemên wan jinan kêm bikin .

Daxwazê ji kesatî û aliyên pêşkeftinxwazên desthilta federal li Bexdayê dikim rê bigirin li pêşiya bişûdana keçan di jiyê/temenê 9-saliyê de. Keçan di vî jiyê xwede pêwîstî bi viyana dayk û bavan heye da bikaribin xwendin û perwerdeya xwe pêş bixin, ne bibin alav û bi şû bidin jiyanê li wan tal bikin, hêvîdar im hêzên pêşkeftîxwaz li Îraqê rê nedin ew pirose biçe pêş û di sîsetma federalya Îraqê de bibe qanûn.

Em bi bawrî kar li ser pirsa jijan dikin û îradeya siyasî li ser hemû astan ketiye tevgerê,  careke din ez dixwazim wê yekê bêjim ku ev pirs pirseke piralî ye û daxwaza zêdetir hevkariyê ji tev çîn û kategoriyên civakê dikim; rêxistinên nehikûmî, saziyên ragehandinê, mamosteyên olî, rêxistinên navdewletî ji bo serxistina hemû wan xebaêtn li Heêrma Kurdistanê di vî warî de tên kirin.

Ez li vir careke din tekîd dikim ku xebatên me yên ji bona rizgarkirina keç û jinên êzidî berdewam dibin. Ew mînekeke zîndî ya wan karesat û derdeseriyên ji encama şer û şidetê rûbirûyê jinan hatine.  Niha jî li parlamentoya Kurdistanê yasaya lêbihurîna giştî tê minaqeşe kirin, daxwazê ji parlamentoya Kurdistanê dikim ku ew yasya lêbihurînê ji kesên tawanbar bi kuştina jinan di bin navê şerefparêziyê de, li xwe negire.
Birêzan

Kampaniyaya îsal, weke salên borî, du heftiyan berdewam dibe û derveyî kampaniyayê jî em bi hevkariya we yên xweştivî bi awayekî sîstematîk  kar li ser vê pirsa giring dikin. Ev ji bome beşek giringe ji pirosesa demokrasiyê li deverê û bi timamî baweriya me bi wê yekê heye ku bi tenê pêşxistina pirosesa demokrasî, em dikarin mafê welatiyan dabîn bikin û civakê ber bi pêş bibin.
Ji bona sazkirina vê merasimê sipasiya we dikim, sipasiya amadekarên vê civînê dekim, destxweşiyê li Encumena balaya karûbarên xaniman dikim ku hertim bi dilsozî karên xwe encam dinin, bi taybetî sipasiya wezareta navxwe ya hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku, saziyên taybet bi nehêlana şideta li dijî jinan pêkanîne û daxwazê ji wan dikim bi cidîtir karên xwe pêş bixin.

Yaku heta niha me encamdayî, nebese ku êdî em li vir rawestin, divê em berdewam bin heta bi wan armancan bigihin yên em hemû xebat jê dikin.

Gelek  sipas
27.11.2017