Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 JAN 2018 08:14 Erbil, GMT +3

Wezîrê derve yê Almanyayê: Divê Îraq pirgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike

MON, 18 DEC 2017 23:19 | KRG Cabinet

Şandeya Balaya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî  serokwezîr û hevrê digel Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr bi serdaneke fermî gihiştin Berlina paytexta Alamnyayê û roja 18.12.2017ê digel Sîgmar Gabriel wezîrê derve yê Almanyayê civiyan û piştî civînê di preskonferenskê de naveroka civînê ji medyayê re eşkere kir.

Wezîrê derve yê Almanyayê got:

- Me digel her du hikmetên Îraq û Herêma Kurdistanê ji bona jinavbirina DAÎŞê ku ew rêxistina ji bo ser cîhanê bibû gef û metirsî, kar kir. Lê tu kes ji nêzîk haydarî wê yekê nebû ka xelkê Îraq û Herêma Kurdistanê çewa rûbirûyê wê rêxistina terorîstî bûn û bi çi awayî wê rêxisitnê zirar gihandiye xelkê wê deverê. Îraq û Herêma Kurdistanê karîn bi ser wê rêxistinê de serbikevin û bi vê minasbetê sipasia wan dikim.

Gabriel behsa têkeliyên Hewlêr û Bexdayê kir û got:

- Divê têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta Îraq Federal  jinûve bên organîzekirin. Weke hemû agadarin Herêma Kurdistanê referenûmek ji bo serxwebûnê encam da û me pêşbînî kir dê wê referendûmê encamên xerap hebin ji ber wê têkelî aloz bûn. Ez hêvîdar im di navbera Herêma Kurdistan û Îraqê de diyalog dest pê bike. Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza destpêkirina diyalogê kiriye û daxwazê ji hikûmeta Îraqê jî dikim wê destpêşxeriyê qebûl bike û em jî piştevaniya wê diyalogê dikin.
Em piştgiriya Îraqeke yekgirtî û yekparçeyî dikin û em amadene hevkariya pêşkeş bikin û heta niha Almaniya milyareke Euro ji bo aramî û asayîşa xeric kirine û em dê berdewam bin lê di heman demê de divê Îraq  jî pirsgirêkên xwe yên navxweyê bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bike.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê di preskonferensê de sipasiya wezîrê derve Zigmar Gabriel kir ku ew vexwandin Berlînê daku pêşhatên herêmî û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê digel mezine berpirsên Almanyayê gotûbêj bikin:

- Sipasiya gel û hikûmeta Almanya û Hevpeymaniya navdewlewtiya dijî DAÎŞ dikim ku di demên dijwar de hevkarî û piştevaniya Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî di şerê dijî DAÎŞê de, wek hevkariyên di warê çek, cebilxan, tîmên rawîjkariyê yên leşkerî ji bo pêşkeşkirina meşiq û rahînana bi pêşmerge û çaresrekirina birîndaran li Almanyayê.

- Sipasiya wan dikim ku hevkariyên însanî ji bo koçber û penaberan dihinêre û çend pirojeyên xizmetgozarî bi rêya Komeleya Almanya bo hevkariyên navdewletî GÎZ ku hijmareke zêde ya pirojeyan li Heêrma Kurdistanê encam dane. Sipasiya Almanya dikim ku piştgiriyê li mafên destûriyên Herêma Kurdistanê di çarçoveya Îraqeke federalî destûrî û demokratîk de dike. Em dixwaz im Alamnya û civaka navdewletî bi berdewamî piştgiriya Herêma Kurdistanê û saziyên wê bikin.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî behsa qurbaniyên destê terorê kir û got:

- Piraniya qurbaniyên destê terorîstên DAÎŞê xûşk û birayên me yên êzidî û kirîstiyan bûn ku bi awayekê hovane qirkirin, bazirganî bi jin û keçên kir. Heta niha 3300 kes hatin rizgar kirin, lê hêşta 3200 kes jî windan e. Ne em û ne jê civaka navdewletî nikare li hember van tawanên mezin bêdeng bin.

- Tevî hemû kirîzên dijwarên sê salên borîn, ji encamê siyaseta Îraqê û şerê dijî DAÎŞê, bi taybetî kirîza dijwara êkonomî, herêma Kurdistanê driyên xwe li pêşiya koçber û penaberan vekirin û li gor îmkanên xwe ew hemû koçber û penaberku hijmara wan nêzîkî yekmilyonûpêncsedhezar dibin,  hewandin û mihtaciyên esasî jê re dabîn kirin.

Barzanî di preskonferensa digel wezîrêd erve yê Almanyayê de behsa pirsgirêk û têkeliyên Hewlêr û Bexdayê kir û got:

- Em hatine careke din tekîdê li ser helwesta xwe ya di warê çareserkirina pirgirêkan digel Bexdayê bi rêya diyalogê û di çarçoveya destûra Îraqê de bikin. Em bi Îraqeke demokratîk federal û plural ku rêzê li destûra welêt bigire, pabend in. Pirsên desthilatên federalî li xalên ser tixûban û balefirxaneyan dikar li gor destûra Îraqê bên çareser kirin û divî warî de me tu rêgirî nîne.  Ji bona destpêkirina danûstanên cidî ji bo çareserkirina tev arîşeyan û ji bona aramî û tenahiyê li herêmê em emade ne.  Em hûrmetê ji biryarên Dadgeha Federaliya Îraqê re digirin. Eger em bixwazin asayîş, îstîqrar û xweşjiyanî ji bo hemû gelên Îraqê bê dabîn kirin, divê destûr ku piraniya gelên Îraqê debg jê re daye, weke heye bi timamî bê bicî kirin.

- Çareserkirina arîşeyan bi hebûna îradeya siyasî û berheviya terefan dibe. Vê çareseriyê pêwîstî bi îradeyeke bihêz ya niştimanî heye ji bo destpêkirina diyaloga giştgîr û avaker di navera hikûmeta federala Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê li se bingeha destûrê. Pêwîste ev diyalog li ser bingeha pabendbûna her du aliyan birêve biçe. Daxwazê ji Almanya dost û hevpeymanan dikim ji bo lihenêzîkirina her du aliyan rola xwe bilîz in.

Serokwezîr behsa qonaxa piştî DAÎŞê ki rû got:

- Niha em di qonaxa piştî DAÎŞê de ne. Divê xebat ji bona avakirin û rêvebirina deberê berdewam bin, divê kar ji bo vegerandina koçberan ku niha di rewşeke dijwar dene, bê kirin.  Li ser navê gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê sipasiya parlamentoya Almanyayê dikim ku biryara dirêjkirina dema meşiq û rahînanê hêzên pêşmerge pesind kir.