Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 JAN 2018 08:12 Erbil, GMT +3

Pirsa têkeliyên Hewlêr û Bexdayê di civîna Barzanî û Gabriel de

MON, 18 DEC 2017 23:51 | KRG Cabinet

Şandeya balaya Herêma Kudistanê ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi amadebûna Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr, roja 18.12.2017ê li Berlinê, digel Sigmar Gabriel wezîrê derve yê Almanyayê civiyan.

Wezîrê derve yê Almanya dilgiraniya xwe li hember rewşa têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da û hêvî xwest ew rewş aram bibe û xebatên Herêma Kurdistanê yên di warê aramkina aloziyan û amadeyî ji bo  destpêkirina diyalog û çareserkirina arîşeyan digel Bexdayê, bilind nirxand.

Gabriel got ku welatê wî digel welatên din yên Yekêtiya Ewropayê û Rojava hewil didin ku hikûmeta Îraqê dest bi danûstandinan digel Hewlêrê bike û piştevaniya welatê xwe jî ji bo Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê leşkerî û mirovî de nîşan da.
Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser bedewamiya têkeliyên navbera Almanya û Kurdistanê kir û sipasiya hevkarî û piştevaniya Almaniya ya ji bo Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîr daxwaz ji Almanya û Yektiya Ewropayê kir ku di çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de rola xwe bilîz in, bi taybetî nehêlana wê ambargoya hikûmeta Îraqê bi ser Herêma Kurdistanê de feriz kiriye.

Barzanî got ku, statuya Herêma Kurdistanê ku ji destpêka salên 90î bi hevkariya dostan çêbûye, niha di bin gefên hikûmeta Bexdayê de ye û hikûmeta Îraqê  dixwze hemû tişt ji merkez ve bên kontirol kirin.

Serokwezîr behsa serkeftina bi ser DAÎŞê de kir û got ku DAÎŞê hêz û xelafeta xwe ji dest daye, lê weke hizir û fikir her maye û eger pirosesa siyasî li Îraqê neyên rast kirin û hemû pêkhateyên Îraqê di desthilat û îdarekirina welêt de hevbeş û beşdar nebin, DAÎŞ bi awayekî din derdikeve. Ji ber hindê divê civaka navdewletî ji bo çareserkirina arîşeyan li sertaserî Îraqê bixebite û pêkhateyên Îraqê neyên îhmal kirin daku aramî û asayîş li Îraqê bi cî bibe.