Hikûmeta Herêma Kurdistanê
WED, 25 APR 2018 00:27 Erbil, GMT +3

Daxuyaniya hikûmetê li ser xwepîşandanan

TUE, 19 DEC 2017 02:10 | KRG Cabinet

Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwepîşandanan bi mafekî adil yê welatiyan dizene û hertim bergirî ji wî mafî kiriye û bergiriyê jê dike, lê ew kiryarên neşaristanî û tundûtêêjî ku, li çend bajar û bajarokên Kurdistanê, bi taybetî li sînorê wîlayeta Silêmaniyê qewimîn û hijmareke avahiyên daîreyên hikûmetê û lokalên partiyan kirin armanc û tevî birîndarbûna çend kesan, mal û milkê welatiyan jî tê de ziyan gihayê, dilgiran e.

Xwepîşandanên aram û şaristanî ji bo daxwazkirina mafan di çarçoveya yasayê de, karekî demokratîk e û bi timamî rê jê re hatiye dan, lê bikaranîna wan naf û daxwazên welatiyan ji bo encamdana şidetê û ziyangihandin bi mal û milkê welatiyan û çêkirina aloziyan û têkdana aramî û îstîqrarê, bi taybetî  di demekê de ku Herêma Kurdistanê di rewşeke dijwar de derbas dibe û ji çend aliyan ve rûbirûyê metirsî, têkdan û hilweşandina statuya siyasî û destûriya xwe bûye, tu mifa û xizmetekê bi tu kesî nagihîne, neyarên Kurdistanê nebe, ji berhindê bi tu awayî nayê qebûl kirin.

Saziyên peywendîdarên hikûmetê divê bi awayekî şaristanî û li gor yasayê serederiyê digel bûyeran bikin û ser, mal, asayîş û aramiya welatiyan biparêz in, rê neyê dan xwepîşandan û mîtîng ji bo tu armanca ji tu aliyan ve bên bikaranîn û yên binpêkirina bike li gor yasayê bê ceza kirin.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Hewlêr 18.12.2017



Li van ji binere