Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 JAN 2018 08:12 Erbil, GMT +3

Encumena Wezîran proje yasa ya rêkxistina sektora giştî ji bo mûçe û xanenişîniyê pejirand

THU, 21 DEC 2017 21:37 | KRG Cabinet

Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê Roja Pêçncşem 2017-12-21 bi serokariya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî civiya.

Li despêka civînê Encumena Wezîran bi xêr hatina Rêbaz Hemlan Wezîrê Darayê û Abûrî ji bo ser karê xwe kir û bi gaveka giring di rewşa niha ya Kurdistanê ji bo çareseriyê daye zanîn.

Wezîrê Darayî pêdagirî li ser destêpê kirina nexşe rêya reforma darayî ya hikûmetê ji bo çareser kirina reşwşa niha ya darayî û dabîn kirina mûçe yên karmandên hikûmetê li sala 2018 kir.

Encumena Wezîran derbarê  bûyerên vê dawiyê xuya kir daxwazên gel rewa ne û xwenîşandan mafekê rewa yê welatî yên Kurdistanê ye. Lê hinek kes û alî dixwaz in xwenîşandan û daxwazên xelkê ji bo meramên taybetî yên xwe bi kar bînin. Her ji ber vê yekê hijmarek avahî yên hikûmet û aliyên siyasî hatine şewtandin.

Encumena Wezîran sersaxiya malbatên qurbanî yên van bûyeran kir û hêviya zû başbûne ji bo birîndaran xwest.

Her wiha daxwaz ji welatiyan kir li demên xwenîşandanan pitir çav vekirî bin û rê bi çi aliyekê nedin tundiyê bi kar bînin. Ji ber ku avahî yên hikûmet mulkê giştî ne û parastina wan erkekê giştî ye û bi awayekê aştiyane daxwaza mafên xwe bikin û hêzên asayişê jî bi awayekê baş canê xwenêşanderan biparêzin.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê kurtiyek derbarê serdana şandeya Herêma Kurdistanê ji bo Almanya û hevdîtina bi Angela Merkel Serokwezîra vî welatî û wezîrên derve û berevanî û komîsiyonên têkilî yên derve yên Parlemantoyê Almnya pêşkêş kir û got li van civînan pêdagirî li ser çareser kirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li çarçoveya Destûrê Îraqê û yêkîtiya navxwe ya Herêma Kurdistanê û çareser kirina pirsgirêkên darayî yên Herêmê hate kirin.

Her wiha got Almanya û Fransa piştîvanyê ji herêmaka bi hêz li Kurdistana Îraqê dikin û vê siyaseta Îraqê qebûl nakin ku li hember Kurdistanê bi kar dihêt. Her du welat bi mercekê alîkariya Îraqê dikin ku pirsgirêkên tevî Herêma Kurdistanê  li gor destûr çareser bike.

Serokwezîr her wiha got Almanya û fransa li ser alîkarî kirina Hêzên Pêşmerge berdewam dibin.

Encumena Wezîran li civîna Roja Pêncşem serdana şandeya Herêma Kurdistanê ji bo Almnya bi serketî û pir berhem daye zanîn.

Her wiha bi pêdagirî li ser parastina yekêtî û yekdengî li Herêma Kurdistanê, saz kirina helbijartinan bi yakane çareserî ji bo pirsgirêkên siyasî li Herêma Kurdistanê daye zanîn.

Derbarê dest ji kar berdana wezêrên Bizava Goran û Komela Îsalmiya Kurdistanê jî biryar hate dan ku divê ev pirse li gor yasa yên Encumena Wezîran be.

Li pareka din behsa pêş nivîsa piroje yasa ya reform û rêkxistina sektora giştî û xanenişînî, mûçe, dermale, bexşîn û padaşên din li Herêma Kurdistanê hate kirin.

Amanc Rehîm Sekreterê Encumena Wezîran naveroka piroje yasayê xiste ber çav ku li dawîn civîna hevpar navbera parlemantoyê û hikûmetê ji  bo  rêkxistina sektora giştî ji bo karmendên sivîl, hêzên tenahî û serbazî, xanenûşînî û malbatên şehîdan û tora civakî pêk hatiye.

Piroje yasa ji aliyê Encumena Wezîran hate pejirandin û biryar e ji bo pejirandina dawiyê pêşkêşê parlemantoyê bihê kirin.

Her di vê civînê de, hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî sindûqa navnetewî ya dirav ji bo dabîn kirina pişka Herêma Kurdistanê ji budce ya Îraqê  bi giring hate nirxandin.

Derbarê rêkxistina mûçe yên Hêzên Asayiş û Pêşmerge hin pêşniyaz hatine pêşkêş kirin û biryar e komîsiyoneka taybet vekolînê li ser vê pirsê bike ku bandoreka xirap bo ser jiyan wan nebe , bi taybetî ewên ku mûçe yên wan kêm in û roleka berçav li şikandina DAIŞê û parastina Kurdistanê û welatiyan hebûne.