Hikûmeta Herêma Kurdistanê
TUE, 11 DEC 2018 14:13 Erbil, GMT +3

Serokwezîr roja jidaykbûna hezretê Mihemed pîroz dike

MON, 19 NOV 2018 23:56 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê  Herêma Kurdistanê, bi peyamekê roja jidaykbûna hezretê Pêxember Mihemed (silavên Xweda lê bin) pîroz dike û ev li jêr teksta peyamê:

Bîranîna roja jidaykbûna hezretê Pêxember Mihemed (Silavên Xweda lê bin) li timama misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz be.

Em hêvîdar in ev roje bi xêr û xweşî ji bo hemûyan vegere û hemû alî vê rojê bikin derfetek din ku bi hev re ji bona zêdetir kûrbûna kultûr û canê aşitiyê, lêbihurînê  û mirovdostîyê di nava pêkhateyên Kurdistan, Îraq û cîhana îslamî bi giştî bi cî bibe, kar bikin.
Careke din ev bîranîn li hemû misilmanan pîroz be

Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
19.11.2018