Hikûmeta Herêma Kurdistanê
TUE, 18 JUN 2019 10:54 Erbil, GMT +3

Herêma Kurdistanê şînê radigehîne

FRI, 22 MAR 2019 22:58 | KRG Cabinet

Di peyamekê de, Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, ji bo qurbaiyên bûyera Mûsilê ku duhî roja 21.03.2019ê qewimî û gemiyeka geştiyarî di Cemê Dicleyê da binav bû , şînê ragehand.

Teksta peyamê:

Ji ber wê karesata duhî (21.03.2019) qewimî ku li Mûsilê gemiyeka geştiyarî di Cemê Dicleyê da binav bû û bi dehan hevwelatiyên bajarê Mûsilê jiyana xwe ji dest da, em gelek bi xem û kovan in. Her ji destpêka bûyerê hemû saziyên peywendîdarên tendirustiyê û hewarçûnê yên Herêma Kurdistanê hatin raspartin ku di hewara birîndar û lêqewmiyan biçin û bi awayekî berdewam em rewşê di şopînin. Em vê yekê jî bi erka xwe ya niştimanî, biratî û hevbeş dizanin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdar û hevbeşa şînîya giştî li Îraqê ye û bi vê boneyê jî çalakî û şahiyên fermiyên cejna Newrozê radigire. Ji Xwedayê mezin hêvî dikin qurbaniyan bi Beheştê şad bike û sebir û aramiyê bi malbatên wan yên birê bide û ji birîndaran ra jî çakbûna lezgîn dixwazin.

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
22.03.2019