Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2019 05:59 Erbil, GMT +3

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Fexrî Kerîm dike

MON, 1 APR 2019 11:49 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 31.03.2019ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Fexrî Kerîm serokê saziya Meda ya ji bo rojnamevanî, rewşenbîrî û hunerî, kir.

Barzanî û Kerîm pêşhatên  siyasî li Îraq û Kurdistanê, pêwîstiya berdewamiya xebatên ji bona yekxistina hewlestê hêz û aliyên siyasiyên kurdistanî bi mebesta beşdarîkirina hemûyan di bidestanîna armancên hevbeş, berdewamî rabûn û pêşkeftina Herêma Kurdistanê, erk û armancên lezgîn yên qonaxa bê bi awayekî ku destkeftiyan bihêztir bike û bidestxistina wan armancên di pirograma hikûmetê da ne ji bo baştirkirina jiyana hevwelatiyan û biçîanîna daxwazên wan yên rewa, gotûbêj kirin.

Giringiya berdewamiya gav û xebatên erênî yên serokatiya Herêma Kurdistanê û hikûmeta wê ji bo zîndîkirina têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta Federala Îraqê di çarçoveya destûrê da û hemû ew fakterên dibine hokarê çespandina bingehên rastûdirustiya têkeliyên navbera her du aliyan, hin mijarên din yên dîdara serokwezzîtê Herêma Kurodtsnê digel serokê saziya Meda bûn.