Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 17 NOV 2018 12:46 Erbil, GMT +3

Serokayetiya Komara Iraqê enfal û tevkujiya gelê Kurdistanê weke jênosîda qebûl kir

THU, 11 SEP 2008 14:18 | KRG Cabinet

Duhî meclisa serokayetiya Komara Îraqê biryarek pejirand ku têde derdeserî, zulm û zoriya ku di dema rejîma Beesiya jinabçûyî de ber bi rûyê gelê Kurd li Kurdistana Iraqê hat bû, bi jenosîdayê qebûl kir.

Di daxûyaniya serokatiya Komara Îraqa federe de hatiye ku pêşniyara vê biryarê roja 14.4.2008-ê ji aliyê palemantoya Îraqê ve hatbû pejirandin û piştre ji bo konseya serokatiya Îraqê hatbû şandin, û meclisa serokatiya Îraqê jî duhî ew weke jînosîda li dijî gelê kurd qebûl kir û dibêje: ” Ew tevkujiya ku li Kurdistana Iraqê hatiye serê gelê kurd, wek tevkujî û jenosîd hate naskirin”

Di wê rûniştina civata nûnera de kû Çinar Seîd Ebdulla Wezîra Karûbarên Şehîd û Enfalkiriya ya Herêma Kurdistanê jî amadebû, têde bal kişande li ser zulm û zora kû li hember gelê Kurdistanê hatiye bikaranîn bi taybet girtin û kûştin û komkujî û bikaranîna çekên kîmyawî û daxwaz jî kir kû tawana enfalê bi cîhanê bête nasandin û bi alîkariya di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de zirar û ziyanên welatiyan bêne qerebûkirin