Hikûmeta Herêma Kurdistanê
TUE, 22 JAN 2019 05:52 Erbil, GMT +3

Nêçîrvan Barzanî: Îran dikare rolekê erênî ji bo çareser kirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bilîze

MON, 17 JUL 2017 08:08 | KRG Cabinet

Roja yekşem 15 Tîrmeha 2017, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Îrec Mescidî Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Îraqê û şandeya pê re (Konsulê vî welatî li Hewlêrê) kir.

Di hevdîtinekê de Mescidî bi xuya kirina kêfxweşiya xwe ji bo serdan kirina Herêma Kurdistanê û têkilî yên dîrokî navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê, pêdagirî li ser berfireh kirina têkilî yên navbera Hewlêr Tehranê Li hemû varan kir.

Her wiha amaje bi vê yekê  jî da ku Komara Îslamî ya Îranê  çawan li demên dijwar alîkaiya Herêma Kurdistanê kiriye, niha jî bi hemû awayekê hewlê dide bi rêya diyalogê pirsgirêlên navbera Hewlêr û Bexdayê bihên çareser kirin.

Piştîvaniya welatê xwe jî ji bo dostînî ya navbera Herêma Kurdidtanê Komara Îslamî ya Îranê xuya kir.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi supasî kirina vê serdanê û aîkarî yên Komara Îslamî ya Îranê ji bo Gelê Kurdistanê li demên dijwar, hewlên Mescidî li demê niha bihurî ji bo pêş xistina têkilî yê navbera Hewlêr û Tehranê giring nirxand.

Her wiha piştîvaniya xwe jî ji bo kar çelengî yên wî nîşanda û hêvî ya serketinê di erkê nû de jê re xwest.

Derbarê pirsgirêkên çareser nekirî navbera Hwelêr û Bexdayê jî pêdagirî li ser diyalogê ji bo çareser kirina wan pirsan kir ku Komara Îslamî ya Îranê dikare rolekê erênî di vê varî de bilîze.

Her du aliyan li dawiyê bal kişandine ser hin pirsîn wek şerê dijî terorîstên DAIŞê û dawîn guhertin û pêşhatên rewşa deverê.