Hikûmeta Herêma Kurdistanê
MON, 18 DEC 2017 09:52 Erbil, GMT +3

Naveroka preskonferensa Barzanî û Macron

SUN, 3 DEC 2017 22:17 | KRG Cabinet

Piştî civîna Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şandeya pê re digel Emanuel Macron serokê Fransayê li roja 02.12.2017ê li li Koşka Elîseyê li Parîsê, di pireskonferensekê de Barzanî û Macron behsa naveroka civîna xwe kir û bersiva pirsên rojnamevanan dan.

Serokê Fransayê sipasiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîr û Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr kir ku serdana Fransayê kirin û got ku Fransa weke dosta Herêma Kurdistanê hurmetê ji mafên gelê Kurdistanê di çaçroveya Îraqeke federal, demokratîk û yekgirtî de ku, pirengiyê biparêze, digire, Fransa gelek caran tekoşîna Kudistanê li dijî terorê bilind nirxandiye.

Serokê Fransayê got ku, pêşmerge li kêleka hêzên federaliyên Îraqê gelek bi hişiyarî û jêhatî  ji bona Îraqê û hemû cîhanê şerê dijî DAÎŞê kir û Fransa îro jî hurmetê ji wê tekoşînê re digire, di heman demê de, Fransa  sipasiya Herêma Kurdistanê dike ku hijmareke zêde ya koçber û penaberên ji ber êrîşên hovaneyên DAÎŞê revîne, hewandine. Fransa bi awayekî raste rast li ser rewşa qonaxa piştî referendum ku, li roja 25ê îlona borî li Herêma Kurdistana Îraqê birêve çû, gotûbêj desr pê kirin û “ min 5ê oktobera borî ji birêz Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqê re got û  digel birêz Barzanî jî min tekîd li ser helwesta Fransayê kir ku, divê mafên destûriyên kurdan di çaçroveya hikûmeteke giştgîr de bihêne misoger kirin. “

Macron got ku Fransa tekîdê li ser du xalan dike; Hebûna Îraqeke bihêz û yekparçeyîya Îraqê di deverê de gelek giringe. Li gor destûra Îraqê a sala 2005ê bi timamî hurmet ji pirengiya li îraqê û deverê de bê giritin. Ew agribesta di dawiya oktobera borî de li bakurê Îraqê hatiye îlan kirin pêngaveke erênî bû û di wê çarçoveyê de divê bihêztir bibe.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêzê li dîtian Dadgeha Federalya Îraqê ya li dor yekparçeyîya wî welatî digire û ev jî cîyê dilxweşiyê ye, ev jî hokarin ku ber bi hindaveke rast ve diçin. Îro Fransa dibîne ku diyaloga niştimanîya avaker dest pê bike û ew diyalog wan armancên li jor hatine behis kirin bidest bixe.

Serokê Fransayê got ku, di çarçoveya bitimamî rêzgirtin li destûra 2005ê, divê diyalog li ser çar xalên sereke bê avakirin:

1- Pêwîste deriyên ser tixûban li jêr kontirola federalî de bin
2- Her weke birêz Ebadî pabendiya xwe nîşan dayî, pêwîste gav bi gav timama milîsên çekdar bên hilweşandin, bi taybetî Heşda Şabî ku di van salên dawiyê de hatiye avakirin, ango timama milîsan li Îraqê divê bên hilweşandin.
3- Li gor destûra Îraqê budce û dahatinyê Îraqê bi awayekî adil bê dabeş kirin.
4- Hemû madeyên destûrî yên peywendîdar bi deverên nakokîdar, bi tayebtî madeya 140ê ji destûra Îraqê bên bicîkirin.

Serokê Fransayê Emanuel Macron di preskonferensa digel serokwezîrê Herêma Kurdistanê got ku Yekgirtina gelê kurd tişteke cewherî ye, hebûna cîgirê serokwezîr  Qubad Talebanî di nav şandeyê de digel serokwezîr nîşna wê yekê ye. Hebûna Kurdistanê di nav Îraqeke yekgirtî de, kurdistaneke bihêz dibe ji bo bidestxistina mafên xwe.

Nêçîrvan Barzanî di preskonferensê de got:

Ez dixwazim destpêkê sipasiya birêz serokê Fransayê bikim ku îro li Koşka Elyseyê pêşwazî li şandeya herêma Kurdistanê kir. Sipasiya Fransayê dikin ji bo hemû ew helwestên dîrokî li hember gelê Kurdistanê û gelê Îraqê hebûne. Sipasiya Fransayê dikin ji bo hemû ew hevkarî û alîkariyên di şerê dijî terorîstên DAÎŞê de pêşkeşî bi Îraq û Herêma Kurdistanê kirine. Ew pêşwaziya serokê Fransayê îro li Koşka Elyseyê li me kirî nîşaneya wê dostîniya digel Îraq û Herêma Kurdistanê heye û bi dîtina me Fransa dikare roleke esasî di çareserkirina pirsgirêkên me li Îraqê û pirgirêkên digel Bexdayê bilîze.

Me bi sê-çar xalan helwest û dîtina xwe ji cenabê serokê Fransayê re gihand; Em bi Îraqeke federal ya yekgirtî re ku hurmetê ji destûr û yasayên welat re bigire pabend in. Me ji serok re gor ku, li gor dastûra Îraqê, li ser pirsa desthilatên federalî li ser deriyên ser tixûban me tu pirsgirêk bi Îraqê re nînin û ji bona çareserkirina hemû pirsgirêkan û parastina aramiyê di çarçoveya destûra Îraqê de em ji bo gotûbêjan amade ne. Me berê jî helwesta xwe li ser biryarên Dadgeha Federala Îraqê nîşan daye ku em hurmetê ji biryarên Dadgehê re digirin.

Di bersiva pirsekê de li dor xebatên Fransa û Yekêtiya Ewropayê yên ji bona hildana dûrpêça li ser herêma Kurdistanê ji aliyê Îraqê ve û destpêkirina diyalogê navbera Hewlêr û Bexdayê, serok Macron got ku, ji bona bidestanîna aşitî û aramiyê, çareserkirina pirsa kurd yekalîkere, niha rêyeke avaker heye ji bona gihiştina vê çareseriyê. 

Çareserkirin bi amadebûna aliyan dibe, û vê çareseriyê jî pêwîstî bi îradeyeke bihêz ya niştimanî yeke ji bo destpêkirina diyalogeke  bihêz û avaker li Îraqê di navbera hikûmeta Îraqê ku ji aliyê serokwezîr Ebadî tê birêvebirin û hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor destûra Îraqê a sala 2005ê. Pêwîste ev diyalog li ser esasa pabendbûna her du aliyan birêve biçe.
Sipasiya serokê hikûmetê û cîgirê wî dikim ku îro razîbûna xwe nîşanda ji bo mekanîzmekê ber bi vê hindavê ve ku rê ji desthilatên federalî li ser deriyên ser tixûban dan. Li ser vê bingehê dikare diyalogeke avaker birêve biçe û wisa bike hemû dûrpêç nemînin...

Fransayê xwest ji aliyekî şeriyetê bi serokwezîr û cîgirê wî bide û herwesa rê ji danûstandinan re xweş bike, bi atybetî piştî dîdara digel serokwezîr Ebadî beriya du mehan. Ev nivşê nû yê yekgirtî yên serokên kurdan, berpirsiyariyeke dîrokî di vê çarçoveyê de li  ser milên wan e û me bawerî pê heye. Herwesa me bawrî bi Ebadî jî heye ku, di berjewendiya yekgirtina Îraqê de ber bi eynî hindavê ve gavan pavêje. Serokê Fransayê got ku piştî vê civînê ew dê peywendiyê bi Ebadî bike û jê re behsa naveroka civînê bike.

Di bersiva pirsekê de li ser referendûm û derencamên wê û xebatên Fransayê yên ji bona çarserkirina wan derencaman û peywendîkirin bi serokwezîrê Îraq, serokê Fransayê got ku, bersiva pirsa yekem ji serokwezîr Barazanî re dihêle da ew bi berfirehî bersiv bide, rêzgirtina hikûmeta Herêma Kurdistanê ji biryarên dadgeha federaliya Îraqê re bersiva vê pirsê dide û ev niyeta paqij piştî referendûmî jî nîşan daye, digel armanc û dîtinên serkwezîr Ebadî jî hevdigirin. 

Macron got ku, dema ew digel serokwezîr Ebadî telefonê dike, dê jê re behsa civînê û ew nermiya serokwezîr û cîgirê serokwezîr nîşn daye bike, bi taybetî li ser pirsa deriyên ser tixûban. Dê behsa wan karan jê re bike bitaybetî yên ku ciyê nerehetiyê ne bitaybetî yên ku tesîr li ser yekparçeyîya Îraqê heye, herwesa bicîkirina bend û madeyên destûra 2005ê bi yeksanî û destpêkirina danûstandina di demek nêzîk de, meha oktobera borî dema Ebadî li Parîsê bû jê re hat gotin ku pêwîste dest bi gotûbêjan bikin. Her tiştek ji bo Îraqê, di vê çarçoveyê de  giring be, dê ji serokwezîrê Îraqê re bê gotin. Hebûna Îraqeke bihêz, aşitî û pirengî ku mafên hemû pêkhateyan bide ji bo aramiya niha û domdirêj şert e.

Her di vê derbareyê de Nêçîrvan Barzanî got:

Li dor referendûmê, em niha di qonaxeke nû de ne û ew pirs bidawî hatiye, hikûmeta Herêma Kurdistanê dîtina xwe diyar kiriye û hurmet ji biryara dadgeha federaliya Îraqê re girtiye, niha pirs eve gelo me divê Îraq aram bibe yan na? Herêma Kurdistanê amadeye di çarçoveya Îraqeke yekgirtî de hemû pirsan li gor destûra Îraq digel Bexdayê çareser bike û me ev pabendbûna xwe ji cenabê serok Macron re jî gotiye  û em emadene li gor destûrê pirsa deriyên ser tixûban jî bi Bexdayê re çareser bikin.