Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 20 OCT 2018 07:20 Erbil, GMT +3

Serokwezîr: Dilê Bexdayê bi her aliyek re be mejiyê wê li Hewlêrê ye

FRI, 5 OCT 2018 00:14 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser rewşa siyasî li Îraqê, pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê, hilbijartina parlamentoya Kurdistanê ku roja 30.09.2018ê hatibûn encamdan û rê û awayê hilbijartina Serkomarê Îraqê, roja 04.10.2018 li bajarê Hewlêrê pireskonferensek saz kir.

Di destpêka wê preskonferensê de Serokwezîr Barzanî got:

Hilbijartina dewreya pêncem ya parlamentoya Kurdistanê di roja 30.09.2018 li seranserê Herêma Kurdistanê bi awayekî serkeftî hate encam dan. Ev piroses bi awayekî aram û rêkûpêk li timama Herêma Kurdistanê birêveçû  ku ev yek jî hem ji bo gelê Kurdistanê û hem ji bo civaka navdewletî cîyê dilxweşiyê bû û ji hemû aliyan ev piroses hat pîroz kirin.  Sipasiya hemû gelê Kurdistanê û hemû aliyên siyasî dikim ku hemû aliyan bi hev re lêxebitîn hilbijartin bi awayekî aram û demokrasiyane û dûr ji dirustkirina pirsgirêkan birêve biçe. Em hêvîdar in di demek zû de Komisyon encamên hilbijartinê îlan bike.

Nakokiyên YNK û PDK û pirsa Serokomar

Bi rastî çûna me ji bo Bexdayê ji bona şerkirin û komkirina dengan  ji bo posta Serokomar nebû. Çûna me ji bo Bexdayê ji bo vê yekê bû ku em hemû lêbixebitin yekêtiya rêzên kurd biparêzin. Ez dixwaz im ji vê yekê dest pê bikim ku posta Serokomariyê mafê gelê Kurdistnê ye ne yê tu aliyekî ye, ne yê YNKê ye û ne yê PDKê ye. Dîtina PDKê ev bû ku ew post ji aliyê parlamenerên kurd li bexdayê bê yekalî kirin, me dixwest bi vê mekanîzmê be, ji ber ku berî niha jî ji bona yekalîkirina posta Serkomar ew mekanîzim hatiye tecrûbe kirin. Dewra berî nina du kandîd ji bo posta Serkomar hebûn her du kandîd jî ji YNKê bûn û bi dengdan ji aliyê fraksyonên kurdistanî li Bexdayê yek kandîd hat destnîşan kirin. Me dixwest ev mekanîzim vê carê jî bihataye bikaranîn, lê YNKê qebûl nekir. Vê yekê em gelek dilgiran kirin û ev yek destpêkek metirsîdar e ku ji derveyî xwestek û îradeya Kurdistanê û hêzên wê yên siyasî, xelkê din deng jê re bide, ev cîyê dilgiraniyê ye....

Ev karê YNK  ku kir, ji bo paşeroja Kurdistanê metirsîdar e, ne ji bo PDK ku daxwaz vê postê kiriye. Ez dixwazim zelaltir bêjim: Eger me daxwaza post bikraye, hemû aliyên siyasiyên Îraqê û yên derve jî xwestin ez xwe ji bo vê postê, posta Serkomariyê kandîd bikim û eger min xwe kandîd bikraye bê rikeber û  bê pirsgirêk da wê postê bidest înim. Me nekir, ji ber ku ev pirs ne pirseke şexsî ye. Bi dîtina me ev mesele di esasê xwe de rast nebû, awayê hilbijartina Serokomar şaş bû, ji derveyê Îrade û xwesteka gelê Kurdistanê xelk bên û deng bi Serokomar bidin.

Heta dawiyê em digel şandeya YNK di nava  danûstanidna de bûn, ku em kurd bi yek kandîd biçin nav parlamentoya Îraqê, me gelek nermî nîşan da û her tişta YNK xwestê me jê re got belê, YNK daxwaz kir ku hindek postên zêde li Herêma Kurdistanê em jê re bidin, me ev jî qebûl kir, hemû ji bona ku kurd yek kandîd ji bo posta Serkomariyê hebe û yekrêziya kurdan têk neçe û mesele nebe ew ka dengê kê pêtir e û dengê kê kêmtir e, ji ber ku bi baweriya me ev yek ne di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye. …
Mesele ew nîne ku YNK bi serkeft û PDK şikest, bi tu awayî wisa nîne. Hêza me, weke PDK ew dengên yên me di hilbijartinan de bi dest xistine, hêza me ew dengên bi PDK hatine dan e, hêza me ne ew poste ku li Bexdayê tu desthilat nîne. Hêza me li vir e, li Herêma Kurdistanê ye. Ji bo me ew post ne giring bû, ji bo me ya giring yekrêziaya kurdan têk neçe, ku mixabin têk çû….

Bandora referendûmê li ser hilnebijartina Fuad Hisên

Bexda paytexta Îraqê ye û em bi cidî di pirosesa siyasî de beşdar in û em wek PDK aliyek serke yê pirosesa siyasî li Îarqê ne, ev yek ji her kesê re eşkere ye. me hertim ji biraderên YNK re gotiye ku di hikûmetê de ew şirîkên me ne, lê niha wan ji xwe re rêyek din hilbijart û ev rêya YNK hilbijartî li ser mafê hilbijartin, piranî û kîmanî û dengdan bû û li ser bingeha reketin nebû. Bêguman divê ev maf bi hêza yekem li Herêma Kurdisanê jî re bê dan di pêkanîna hikûmetê de û dibe ew mekanîzma berê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pê dihat pêkanîn êdî hikûmet li gor wê mekanîzmê nehête pêkanîn. Ez bawer nakim ku Bexda bixwaze li ser pirsa referendûmê PDK ceza bike,  me weke PDK li ser pirsên giring û li ser pirsa kurd gelek bac daye, lê em dê li ser wan pirensîpan berdewam bin. Lê eger pirs ew be ku Bexda aliyek hilbijart be? Ez bawer nakim, ji ber ku Bexda baş dizane biryara siyasî li Herêma Kurdistanê li kû derê ye? Bexda baş têdigehe, dilê wan digel her aliyek be, mejiyê wan li Hewlêrê ye, ew baş dizanin biryara siyasî li kû derê ye? bawer nakim nizanin.

Mekanîzma hilbijartina Serokomar

Em bi wê mekanîzmê re nebûn ku bû sedemî hilbijartina Serokomar. Bi baweriya me diviya Berhem jî ew mekanîzim qebûl nekiriba û bi wî awayî bikeve nav hevrikiya hilbijartinê. Divyabû biraderên YNK û Berhem Salih jî ew mexanîzim red bikiriban, ji ber ku ew mekanîzm ji derveyî îradeya xelkê Kurdistanê bû, îsrara me li ser vê pirsê ye, ne li ser wê yekê ka kî Serokomar e û kî Serokomar nine. Em hemû dizanin kak Berhem vegeriya nav YNK da bibe kandîd ji bo posta Serkomariyê. Berê kak Berhem di nav YNK de bû, pişt re partiyek din ava kir. Ew li hember YNK partiya xwe ya yekem û herwiha li hember Hevpeymaniya avakirî bê emeg bû, em hêvîdar in ji bo Kurdistanê bi emeg hebe.

Pêkanîna hikûmetê digel YNK

Di hemû qonax û wêstgehan de me YNK weke hevbeş û şirîkê xwe hisab kiriye. Li parlamentoya berê em 38 kursî hebûn û YNKê jî çend kursî hebûn, lê me pênc wezaret û YNK jî pênc wezaret hebûn. Seredeiya me bi YNKê re, hertim, li ser hijmara kursiyan nebû, ji bo me YNK hêzeke serkî ye û me bi hevbeşî ev welat heta niha îdare kiriye. Lê îro YNK rêyek din hilbijart û ber bi lihevhatinê ve nehat. YNK berev wê yekê çû ku min deng hene û îradeya xwe li ser van dengan disepînim, divê ew vê yekê ji bo aliyên din jî qebûl bike. Li Herêma Kurdistanê me jî kursiyên zêde hene û li gor hijmara kursiyan dê serederiyê pê re bikin û divê YNK vê ji bo me jî qebûl bike.