Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SUN, 18 NOV 2018 13:04 Erbil, GMT +3

Pirosesa siyasiya Îraq û Herêma Kurdistanê dinirxînin

WED, 7 NOV 2018 14:42 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 07.11.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Ján Kubiš şandiyê taybetiyê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên Îraqê û şandeya pê re kir.

Di civînekê de, pirosesa siyasî ya Îraqê hat nirxandin û her du aliyan hêvî xwest rewşa siyasiya Îraqê ber bi baştiriyê ve biçe û kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê bikaribe daxwazî, maf û xizmetgozariyan ji hemû pêkhateyên Îraqê re dabîn bike. Aliyên kurdî jî di vê çarçoveyê de roleke bihêz û bi bandor hebe û ji bona bidestanîna mafên timama pêkhateyan hevkar be.

Rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê, hilbijartin û civîna yekem ya parlamentoya Kurdistanbê di civînê de hatin gotûbêj kirin û tekîd li ser hilbijartina serokatiya parlamentoya Kurdistanê û destpêkirina gavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê bên avêtin û hikûmetek bê avakirin ku rengvedana xwesteka alî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê be.