Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2019 05:33 Erbil, GMT +3

Nûçe




Nêçîrvan Barzanî pêdagiriyê li ser berfireh kirine têkiliyên tevî Qeterê dike

4/17/2019 3:38:38 PM

Serokwezîr bi xuyakirina daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêş xistina têkiliyên tevî Qeterê, kurtiyek derbarê kirîzên salên borî û çareser kirina wan bi awayekê serketî xiste berçav, bi taybetî normal bûna têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û biryardan li ser çareser kirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê.


Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê sersala nû ya Êzidiyan (Çaeşmba Sor) pîroz dike

4/16/2019 10:55:26 PM

Em ser sala ola Êzidiyan (Çarşwmba sor) li  hemû Êzidî yên Kurdistanê û dervey welêt pûroz dikin, bi taybetê yên ku di şerê dijî DAIŞê de xizm û hezkirî yên xwe ji destdane. Em hêvîdarin cejneka xweş û aram derbas bikin.


Nêçîrvan Barzanî ji bo serdan kirina Çîne hate bang kirin

4/16/2019 10:52:39 PM

Cîgirê Berpirsê têkiliyên Navdewletî yên Komîtya Navendiya Partiya Komunîsta Çînê rola bi bandona Herêma Kurditanê li şerê dijî terorê û şikista DAIŞê giring nirxand bal kişande ser alîkarê û hemahengî tevî Herêma Kurdistanê û Îraqê ji bo ava kirina têkilî yên du alî  û afirandina derfetên kar


Nêçîrvan Barzanî tevî şandeyaka Herêma Band Vordingborg a Elmaniya civiya

4/16/2019 10:49:37 PM

Serokwezîr kurtiyek derbarê şerê dijî terorîstên DAIŞê û hembez kirina hijmerka zêdeya Koçber û penaberan ji şandeya Emanî re xiste berçav û daxwaz kir di vê qunaxê de karê hevpar ji bo berhingar bûna hizra tundî ya DAIŞ li deverê bihê kirin.


Nêçîrvan Barzanî: berpirsyarî li hember jîngehê bi dawê nabe

4/16/2019 10:42:02 PM

Serokwezîr di Roja Jîngehê de,  kempîna yek hefteyî ji bp paqij kirina jîngeh û xwezayiya Kurdistanê ragehand û daxwza ji welatî yên Kurdistanê kir têde pişkdar bin û parastina jngehê bi parastina jiyan mirov û Kurdistanê daye zanîn


Konsulê nû yê Rûsyayê li Hewlêrê dest bi kar kir

4/15/2019 10:26:45 PM

Serowkezîrê, berheviya Herêma Kurdistanê nîşan da ku têkeliyên xwe bi Rûsyayê re û bi taybetî di warê bazirganî, çandinî, kareba û tûrîzmê da berfireh bike  û ji şandeya mêvan re behsa rewşa pirosesa siyasî û xebatên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

 


Komara Çekê dê vîzayê bi karsaz bazirgan û xwendekarên kurd bide

4/15/2019 10:04:27 PM

Di civînekê da bi amadebûna Konsulê wî welatî li Hewlêrê, cîgirê wezîrê derve yê Komara Çekê got ku konsulxaneya giştî ya welatê wî li Herêma Kurdistanê dest bi pêdana vîzayê bi karsazan, bazirganan û xwendekarên dixwazin li Komara Çekê bixînin dike.


Serokwezîr û Desteya Xêrxwaziya Îslamiya Navdewletî rewşa koçberan dinirxînin

4/15/2019 12:15:37 AM

Ebdula Meituq behsa civîn û dîdarên xwe yên bi aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê û serdana kampên koçber û penaberan kir û got ku Desteya Xêrxwaziya Îslamiya Navdewletî û dewleta Kuwêt jî hevkarî û alîkariya koçber û penaberan dikin û dê di nawendên navdewletî da pêdawîstîyên Herêma Kurdistanê di vî warî da berçav bikin.

 


Peyama Nêçîrvan Barzanî bi helkefta 31 saliya Enfalan

4/14/2019 9:19:11 PM

Siyaseta regezperistiya rijêma Bassê li hember miletê me, ji bilî wêrankirin, tirsandin û ferizkirina desthelata hoveneya dewleta Îraqê, jiyana zêdetir ji 180 hezar kesan bi çekê giran, gaza kojek û kîmiyabaran asîmanê Kurdistanê bi dawî anî. Eme weke miletek divê bi wezîfeya xwe bizanîn ku ne bi tenê yada qurbaniyên Enfalan bikin, lê belê hevkarî timama malbatên wan û avadankirina deverên wan û baştirkirina şertên jiyanê wan di stoyê me daye.


Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li seroka şaredariya Parîsê dike

4/13/2019 7:02:39 PM

Nêçîrvan Barzanî sipasiya serok Macron serokê Fransayê kir ku piştî bûyer û pirsgirêkên oktobera sala 2017ê di warê siyasî da piştevaniya Herêma Kurdistanê kir û deriyên siyasî li pêşiya herêma Kurdistanê vekirin û ev yek jî bo sedema çareserkirina beşek ji pirsgirêkên navbera Hwerêma Kurdistanê û hikûmeta Federala Îraqê  û deriyên diyalogê vebûn



previous 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10  ... next