Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 20 JUN 2019 23:11 Erbil, GMT +3

Dadwerî û Asayiş




ji sala 2003 were، Hikûmeta Herêma Kurdistanê tev hewlên xwe dane ji bo dabîn kirina herêmeka aram û parastî jibo zarok û malbat û welatyan ji tev temen û Netewe û Ayîna. hikumeta herêma kurdistanê biawayekî kartêker sîstema dadwerî û yasayê beref pêşdabirye bimerema piştevanîkirin û bihêzkirina serewrya yasayê li seranserê kurdistanê. ev yek jî bi hemahengîkirin dibe digel perlemanî jiboy baştir cîbcîkirina yasa û hemahengî digel sîstema dawerî birêya wezareta dadweryê ya hikumeta herêma kurdistanê.        

Ji bo pêzanînên bêtir، çend duay çalakyên hikumeta herêma kurdistan ku hevbendin bi Asayş û Dadweryê، herweha çend malperên havldar li jêr amaje pê hatye kirin





Chalaki

Talebanî: Di rewşeka dijwar û tijî kirîzên emnî û siyasê da xebata bielektironîkirina hikûmetê dest pê kir

SAT, 25 MAY 2019 16:58

Talebanî got ku raste Herêma Kurdistanê beşek ji Îraqê, lê dikare serweriya xwe ya elektironî hebe û bi sîsema cîhanî ve bê girêda. Pirsgirêkên federalî di rêya bielektironîkirina hikûmetê da hene weke; Karta Niştimanî û sîstema bankeyan û got ku ew geşbîne ku ji aliyê tîmên pispor û şaraza ve dê ji bo hemû pirsgirêkan çarserî hebin

Kenîseya Rojhilata Aşûrî li Cîhanê sipasiya Nêçîrvan Barzanî dike

MON, 20 MAY 2019 21:20

şandeya mêvan sipasiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û saziyên peywendîdarên hikûmetê kir ku piştgiriya kar û çalakiyên wan dikin û hijmareke mezin ya koçberên mesîhî hewandina û bê cudahî hevkarî û alîkairyê jê ra dikin. Wê şandeyê got jî ku biratî, yekrêzî û kultûra hevduqebûlkirinê ku Herêma Kurdistanê bûye pirensîpek serke  li hemû cîhanî cîyê şanaziyê ye

Li Hewlêrê Serowkezîr digel Konsulê giştiyê Amerîkayê dicive

MON, 20 MAY 2019 20:56

Di civînê da, herwesa, rewşa siyasiya Îraqê  bi giştî û ya Herêma Kurdistanê bi taybetî, gavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin behis kirin û Serokwezîr Barzanî ji şandeya Amerîkayê ra behsa rêkeftina aliyên siyasîyên Herêma Kurdistanê li ser aktîvkirina saziya seroaktiya Herêma Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir